• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Hewlêrê 2 kadroyên Tevgera Goran hatin kuştin

Gulan Media September 29, 2014 Civakî
Li Hewlêrê 2 kadroyên Tevgera Goran hatin kuştin
Vê sibê, kadro û namzeta berê ya Tevgera Goran Lane Ebdula (39) li Hewlêrê, di mala xwe de bi destê kadroyekî din ê Tevgera Goran hat kuştin.

Li gor agahiyên Basnewsê, kadroyê Tevgera Goran bi navê Ebdulrehman vê sibê saet 9 çûye ser mala Lane Ebdula û bi çeka xwe ya kelaşînkofê ew kuştiye û piştre jî, bikuj fîşekek li xwe xistiye û yekeser canê xwe ji dest daye.

Di vê derbarê de, Rêvberiya Polîsên Hewlêrê ji BasNewsê re got: ‘‘Piştî demeke kurt em dê zanyariyên zêdetir liser awayê vê bûyerê belav bikin.’‘

Her li gor zanyariyan, ew bikuj milyonek dolar deyndar bû. Lane Ebdula, di hilbijartina Parlamentoya İraqê de namzeta Tevgera Goran bû. Lê heta niha baş nayê zanîn ka sedema bûyerê bi tevahî çiye.

Basnews
Top