• Sunday, 28 July 2024
logo

Şahciwana Amerîkayê nameyek ji Şahciwana Kurdistanê re şand

Gulan Media September 1, 2014 Civakî
Şahciwana Amerîkayê nameyek ji Şahciwana Kurdistanê re şand
Şahciwana Amerîkayê nameyeke spasiyê bo şahciwana berê ya Kurdistanê, Şênê Ezîz şand, li ser karê wê di alîkarîkirina derbiderên Şingalê de yên li Herêma Kurdistanê.

Şahciwana Amerîkayê, li ser rûpela xwe ya taybet a Twitterê, du postên spasiyê bo Şênê Ezîz parve kirin, ku tê de spasiya rola xêrxwazî ya Şênê di bihawarveçûna derbiderên Şingalê li Herêma Kurdisanê dike.

Ligel wan her du postan, Şahciwana Amerîkayê çend wêneyên şahciwana berê ya Kurdistanê belav kirine, di dema komkirin û pêşkêşkirina alîkariyan bo derbiderên Şingal dike.

Bi sedema dagîrkirina bajarê Mûsilê û bajarokê Şingalê ji aliyê çekdarên rêxistina radîkal DAIŞê ve, hejmareke zêde ji şêniyên her du deveran, bi taybetî welatiyên Xirîstiyan û Êzdî derbiderî Başûrê Kurdistanê bûn, ji bilî alîkariyên ku hikûmeta Kurdistanê, rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî, welatên rojava pêşkêşî wan derbideran dikin, gelek dezgehên xêrxwazî yên li Kurdistanê bi erkê komkirin û alîkarîkirina wan derbideran ve radibin, hunermend û kesayetiyên navdar jî beşdarî pêşkêş kirina wan alîkariyan dibin.

Şênê Ezîz, ku şahciwana berê ya Kurdistanê ye, di 16ê Hezîrana îsal de wek yekemîn xatûna Kurd bo beşdarî kirin di hevrikiya Şahciwana Cîhanê de hat diyar kirin, ku biryar e ew di dawiya îsal de li welatê Brîtanya birêve biçe.

Basnews
Top