Rêjeya ziyaretkirina Qesra Îshaq Paşa %50 kêm bûye
![Rêjeya ziyaretkirina Qesra Îshaq Paşa %50 kêm bûye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/60589Image1.jpg )
Li gor agahiyên ku ji Rêveberiya Çand û Tûrîzmê ya bajarê Agiriyê hatin bidesxistin, sala 2013an di navbera mehên Çile û Tîrmehê de 132 hezar û 656 kesî Qesra Îshaq Paşa ziyaret kirin.
Lê îsal di heman heyamê de 67 hezar û 287 kes bûn mêvanê qesrê ev jî nîşan dide ku rêjeya ziyaretkirina qesrê %50 kêm bûye.
Rayedaran got ku sedema kêmbûna tûrîstan ji ber xebatên restorasiyona Qesra Îshaq Paşa ye.
Her wiha rayedaran diyar kir ku hilbijartinên heremî û serokomariyê yên ku 2014an jî bandor li vê yekê kir.
Qesra Îshaq Paşa, yek ji koşkên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye û li navçeya Bazîdê ye.
Koşk ji aliyê Îshaq Paşa ve, di sala (1199 Hîcrî.)-(1784 Mîladî.) hatiye avakirin. Li gorî dîroka fermî ya Tirkan di nava 99 salan de avakirina wê hatiye bidawîkirin. Mîmariya koşkê elementên Kurdî, Romî û Farsî (bo mînak Selçûqî) dihewîne. Sûrên wê bi nexşên giranbiha hatine nexşandin. Di avakirinê de koşk du qatî bûye lê qata jorîn êdî nemaye.
Koşk gellek caran ji aliyê dewlet û mîrîtiyên Kurdan ve hatiye restorekirin. Di wêjeya Kurdî de gellek caran bûye kaneke navdar.
Ehmedê Xanî jî li heman koşkê jiyaye û perwerde daye. Lê hine jî dibêjin, di dema Ehmedî Xanî de hîna xîmê wê hatiye danîn û Xanî jî di wê dêlindêzê de dua kiriye.
Di dagirkirina Rûsan a salên 1828 – 1829'î de, deriyê koşkê ku xwerû zêrîn bû, hatiye birin û niha li mûzeya Moskoyê tê parastin. Li koşkê hemam, mizgeft, goristan, kulîn, hewliya xwarinê, salona pêşwaziyan, harem û sîstema germkirina hilmê (wekî kalorîferên îro) heye.
Rudaw