• Sunday, 28 July 2024
logo

“Îran girtîgeha herî mezin e ji rojnamevanên jin re”

“Îran girtîgeha herî mezin e ji rojnamevanên jin re”
Rêxistina “Peyamnêrên Sînor Nenas” ragihand ku di yek salê de 10 rojnamevanên jin ji aliyê desthilatdarên Îranê ve hatine binçav kirin û îran bi “Mezintirîn girîtgeh bo rojnamevanên jin li cîhanê” da zanîn.

Di raporteke berferh de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, rêxistina “Peyamnêrên Sînor Nenas” ragihand ku, piştî derbasbûna salekê bi ser hatina Hesen Rûhanî li ser kursiyê desthilatê, 25 rojnamevan hatine binaçv kirin û 14 dezgehên medyayî jî hatine girtin.

Herwiha di raporta rêxistina navborî de hatiye ku nih 65 rojnamevan di girtîgrhên Îranê de hen, ji wan 10 jin in, ku bi vê yekê Îran dibe mezintirîn girtîgeh bo rojnamevanên ji li cîhanê.

Rêxistina “Peyamnêrên Sînor Nenas” digilraniya xwe ji gefên girtina rojnamevanan li Îranê û çêkirina astengiyan li pêş karên wan li wî welatî ji aliyê îstixbaratên îranî ve anî ziman.

Ji aliyek din ve rêxistina “Peyamnêrên Sînor Nenas” daxawz ji Serokê Îranê Hesen Rûhanî kir ku tedbîrên kirdarî bike bo azadiya rojnamevaniyê û parastina rojnamevana û serbestberdana girtiyan.

Rudaw
Top