• Sunday, 28 July 2024
logo

Pasdarên Îranê êrişî kasibkarên Kurd kirin

Pasdarên Îranê êrişî kasibkarên Kurd kirin
Pasdarên Îranê li nêzîkî sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrişî kasibkarên Rojhilatî kirin û 27 hesp bi barên wan ve kuştin.

Li gorî malpera Kurdpa, pasdarên Îranî du roj berê li devera Deriyê Gelawêj a navbera gundên Tiyet û Berdan ên bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kasibkar kirin.

Li gorî agahiyan, kasibkarên Kurd neçar man hesp û barên xwe bihêlin û birevin lê pasdaran 27 hesp bi barên wan ve kuştin û şewitandin, ev jî bû sedema nerazîbûna hevwelatiyên deverê.

Heta niha gelek caran Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê kasibkar û barhilgirên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber feqîrî û hejariyê bazirganiya ser sînor dikin, girtine, kuştine û barên wan jî şewitandine.

Basnews
Top