• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji ber hatina koçberan tawan li Kurdistanê zêde bûne

Ji ber hatina koçberan tawan li Kurdistanê zêde bûne
Wezîrê Kar û Karûbarê Civakî yê Herêma Kurdistanê Mihemed Qadir Hawdiyanî eşkere kir ji ber hatina koçberan bo Kurdistanê tawan zêde dibin û divê rê li wan bê girtin.

Li gor beyannameyeke Wezareta Kar û Karûbarê Civakî ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, Wezîrê Kar û Karûbarê Civakî Mihemed Qadir Hawdiyanî serdana Girtîgeha Çaksazî ya Mezinan kir û ligel rêveber û berpirsên rêveberiya wê civiya.

Hawdiyanî ji nêzîk ve berê xwe da rewşa girtiyan û ragehand ku danûstandina ligel kesên tawan kiribin hestyar e û di heman demê de erkekî niştimanî, yasayî û olî ye ku hevkarê wan bin bo pêkanîna jiyaneke nû ji wan re.

Hawdiyanî wiha axifî: ‘’Ji ber hatina zêde ya xelkê û koçberan tawan zêde dibin, loma divê em rê li tawanan bigrin û jîngehekê ava bikin ku berî çêbûna tawanan û piştî rûdana tawanan li ber çav bigrin û jê agahdar bin.’‘

Li gor daneyên hatine belavkirin, nêzîka yek milyon û nîv koçber hatine Herêma Kurdistanê, ji vê hejmarê 300 hezar ji Mûsilê, 215 hezar ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, 230 hezar ji Enbar û Felûce, 100 hezar jî ji Tikrît û navçeyên din ên başûrê İraqê hatine û 150 hezar penaberên din ji ber şerê mezhebî yê berê yê li İraqê hatine Herêma Kurdistanê û bicîh bûne.

Basnews
Top