• Sunday, 28 July 2024
logo

Polîsê Hewlêrê: Tohmetbarê kuştina dayîk û keça wê hat girtin

Polîsê Hewlêrê: Tohmetbarê kuştina dayîk û keça wê hat girtin
Polîsê Hewlêrê ragihand, tohmetbarê kuştina dayîk û keça wê hat girtin û li sûcê xwe jî mukir hat.

Îro li bajarê Hewlêrê dayîkek û keça wê ji aliyê xortekî 15 salî ve hatibûn kuştin.

Piştî 6 saetan tohmetbarê kuştina wan her du kesan hat girtin.

Li ser vê bûyerê, berdevkê polîsê Hewlêrê Karwan Ebdulkerîm ji Rûdawê re got, tohmetbarê kuştina dayîk û keça wê hat girtin û li sûcê xwe mukir hat.

Karwan Ebdulkerîm, da zanîn, wî tohmetbarî çûbû mala wê dayîkê û xwestibû dest bavêje wê lê dema jinkê nehîştiye, bi kêrê ew kuştiye û ji bona veşartina sûcê xwe keça wê ya biçûk jî kuştiye.

Li gorî agahiyên berdevkê polîsê Hewlêrê, derbarê bûyerê de lêpirsîn û lêkolîn hatiye destpêkirin.

Hat zanîn, temenê wê jina ku hatiye kuştin 23 sal û zaroka wê jî 3 sal bû û temenê tohmetbar jî 15 sal e.

Rodaw
Top