• Sunday, 28 July 2024
logo

Efrîn: Kafîterya taybet a jinan hate vekirin

Efrîn: Kafîterya taybet a jinan hate vekirin

Li Herêma Xweser a Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi serpereştiya rêxistina Yekîtiya Star, yekem kafîteryeke taybet bi jinan bi navê “Nêrgiz” bi merasîmekê hate vekirin.

Di çarçoveya piştgiriya Rêxistina Yekîtiya Stra ji projeyên aborî yên taybet bi jinan, duh 8/7/2014`an li bajarê Efrînê yekem kafîteryeke taybet bi jinan bi navê “Nêrgiz” bi şahiyekê û bi beşdarbûna sedan jinên bajêr hate vekirin.

Di wê derbarê de wezîra rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a hikûmeta kantona Efrînê Nûrşan Hisên di şahiyê de axivî û got ku vekirina kafîteryaya Nêrgiz gaveke erênî di pêşxistina aboriya jinan de ye.

Di dawiya şahiyê de hin dîmen hunerî ji aliyê Koma Zarokan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya herêmê ve hatin pêşandan. Şahî bi durişmeyên dilsoziya bi têkoşerên jin re bi dawî bû.

Xendn
Top