• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Mêrdînê malbatan li hev dan: 4 kuştî, 5 birîndar

Li Mêrdînê malbatan li hev dan: 4 kuştî, 5 birîndar
Li navçeya Mehserê ya Mêrdînê di encama şerê malbatan de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Bafa yê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê di navbera sercerdevan Medenî Guven û xizmên cerdevanan û endamên malbatên Demîrkiran û Budak nîqaş derketin, nîqaş veguherî şer.

Li gorî agahiyên ku hatin bi destxistin, cerdevanan xwestin wesayîta malbata Demîrkiran li ser rê rakin, lê piştî ku malbata Demîrkiran li dijî vê yekê derket, nîqaş derketin û veguherî şer.

Hat gotin ku sercerdevanê bi navê Guven û xizmên wî gulle li ser malbata Demîrkiran û Budak reşandin.

Di encamê de Cemîl Demîrkiran û xwarziyên wî Ahem, Îzettîn û Fîgen Budak li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha ji malbata Demîrkiran 5 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û leşkeran li gund tedbîrên ewlehiyê girtin.


Hat zanîn ku cenazeyên 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Tê gotin ku şerê han ji ber nakokiyên di dema hilbijartinên 30'ê Adarê yên hilbijartina muxtarê gund de derketibû, çêbûye.

Rudaw
Top