• Monday, 20 May 2024
logo

Li Mêrgesûrê Jiber Teqîna Mayînê Jinek Canê Xwe Ji Dest Da

Li Mêrgesûrê Jiber Teqîna Mayînê Jinek Canê Xwe Ji Dest Da
Ragihandina Birêveberatiya giştî ya karûbarê Mayînan li Hewlêrê ragihand ku, evro li Quntarên Çiyayê Pîranê ya li Devera Mêrgesûrê de jinek jiber teqîna mayînê canê xwe ji dest daye.

Çavkaniya han eşkere kir ku, ev jina han bi armanca kom kirina giyayên Buharê serî li Quntarên çiyayê Pîranê li Devera Mêrgesûrê daye û pê li mayînekî kiriye û mayîna han jî hatiye teqandin û di encama de ev jina han canê xwe ji dest daye.

Ev jina han xwedan hevjîn û li navçeya Xelîfanê dijî û navê wê Macehan Sofî Hesen û temen 64 sale.
Top