SOHR: Di 72 demjimêrên borî de 973 kes bûn qurbanî

Îro 10.03.2025ê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) daxuyaniyek derbarê şer û pevçûnên li Sûriyê belav kir.
Daxuyaniya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan de hat gotin, şerê tayfeyî yê peravên Sûriyê û çiyayên Lazqiyê karesatên mezin li dû xwe anîn û ji ber wê jî bi sedan kes bûn qurban ku nav wan de jin û zarok jî hene.
Herwaha hat ragehandin, di şerê hêzên asayîşa navxwe û Wezareta Berevaniya Sûriyê de binpêkirina mafên mirov pêkhatine û komkujî çêbûne û hejmara wan komkujiyan geheştiye 39 komkujiyan, ku ji dema şer di navbera hêz û çekdarên Sûriyê û çekdarên Elewî de di wan 72 demjimêran de 973 kes bûne qurbanî û şer jî hîn berdewam dike.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan bangewazî li desthilatdarên Şamê kir ku lêkolînê li gel wan kesane bike ku berpirsên hêzên ewlehiyê ne û bi awayekî ketober xelk kuştine û mafên mirovî binpê kirine.
Basnews