Naveroka civîna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal li ser mûçe hat aşkera kirin
Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma kurdistanê ragehand: “Roja duşrma 20.01.2025, bi serpereştiya cîgirê Serokwezîrê Iraqê Dr. Fuad Hisên û Serokê Encûmeta Aborî, civîneke hevbeş di navbera şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Awat Şêx Cenab, wezîrê darayî û aborî û Omêd Sebah Serokê Dîwana Encûmena Wezîran û sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm û serokê fermangeha hemahengî û lêkolînê Ebdulahekîm Xesrew, li gel şanda Hikûmeta Federal ku ji wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî û wezîrê avedanîkirin û nîştecîbûna Iraqê Bengîn Rêkanî pêk hatiye, birêve çû.
Herwaha ragehand: Di civînê de hejmareke rêveberên giştî yên wezarate darayî ya Iraqê û tîma teknîkî ya wezareta darayî ya Herêma Kurdistan amade bûn, di hewayeke erênî û berpirsiyarane de gotûbêj li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bo sala 2025 hat kirin û her du alî li hev kirin ku hemû hewlên xwe bidin ji bo rakirina astengiyên li pêşiya şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê yên îsal, herwiha daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo şandina mafên ku par nehatine şandin bi dane û belgeyên fermî hatin pêşkêşkirin.
Herwaha diyar kir: Her du alî li ser berdewamiya civînan û lidarxistina civîneke hevbeş li yekşema bê de li hev kirin û tê de biryarên pêwîst derbarê maf û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û pêşniyarên pêwîst ji bo civata wezîrên Iraqê bên dayîn.
Herwiha di civînê de biryar hat dayîn ku tîmeke hevbeş ji her du wezaretên darayî yên wezareta were avakirin û ji roja sêşemê ve dest bi karê xwe li Wezareta Darayî bike û di destpêka heftiya bê de amadekariya civînê li ser erkên her du aliyan bo sala 2025 bên kirin.”
Basnews