• Wednesday, 22 January 2025
logo

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê: Em qebûl nakin hêzeke leşkerî ya Kurdan hebe

Gulan Media January 20, 2025 Nûçe
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê: Em qebûl nakin hêzeke leşkerî ya Kurdan hebe

 Wezîrê Parastinê yê Demkî yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre red kir ku komeke leşkerî ya taybet a Kurdan hebe.

Wezîrê Parastinê yê Demkî yê Sûriyeyê ragihand, ew destûrê nadin ku komeke leşkerî ya taybet a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û divê ew di bin banê wezareta parastinê de li nav artêşa Sûriyeyê bên belavkirin.

Murhif Ebû Qesre ji medyaya Brîtanyayê re behsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî hefteya borî ragihand ku divê hikûmeta Sûriyeyê ne navendî be.

Mezlûm Ebdî herî dawî jî got ku şervanên wan çekên xwe danaynin û naçine malên xwe lê ew amade ne wekî komekê bibin beşek ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.

Pêşniyara Mezlûm Ebdî red kir

Murhif Ebû Qesre red kir ku ew bi vê pêşniyarê Mezlûm Ebdî razî bibin û got:

“Em dixwazin ew (HSD) beşdarî Wezareta Parastinê bibin û li gorî plana leşkerî li ser yekîneyan bên belavkirin.

Em ti pirsgirêkê di vê yekê de nabînin lê wekî yekîne hebûna wan ne baş e."

Qesre her wiha diyar kir ku wan çend caran bi serkirdeyên HSDyê re civîn li dar xistine da ku beşdarî Wezareta Parastinê bibin.

Wezîrê Parastinê yê Demkî yê Sûriyeyê îdia kir ku serkirdeyên HSDyê vê mijarê piştguh dixin, bi vî awayî jî çarekirina pirsgirêkan bi paş dixin.

Top