• Thursday, 16 January 2025
logo

Serokê herêmê li gel şandeke Amerîkî civiya

Gulan Media January 16, 2025 Nûçe
Serokê     herêmê li gel şandeke Amerîkî civiya

Behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Duh Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Cîgira alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata navîn Victoria Taylor kir.

Di civînê de têkiliyên Amerîkayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, hewldanên heyî yên bo ava kirina  kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, rewşa siyasiya Îraqê û pêşhatên dawî yên deverê hatin nirxandin û nîqaş li ser guhertinên vê dawiyê yên li Sûriyeyê hate kirin.

Li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûr û rêkeftinan her du alî hemfikir bûn û tekez li ser parastina aramiya deverê û dûr xistina Îraqê ji aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn de kirin.

 

Top