Ji Pizişkiyan li ser plana Îranê ya ji bo kuştina Trump: Ew tişt qet pêknehatiye û ti demekî em tiştê wisa nakin
Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan di hevpeyvînekî li gel kanala NBC News de red kir ku welatê wî plana kuştina serokê hatî helbijartin ê Amerîkayê Donald Trump danîbe û tometên berê yên Trump û rêveberiya Amerîkayê red kirin.
Di meha Mijdara borî de wezareta dad a Amerîkayê kesekî Îranê bi peywendiya li gel planekî bi guman a Sipaha Pasdaran a Îranê ji bo kuştina Trump tometbar kir. Li gor çapemeniya Amerîkayê saziyên cîhbicîhkirina yasayê serkeftî bûn di pûçkirina planekî reş, ku berî êrîş pêkbê.
Herwaha Trump sala borî di dema bangeşeya helbijartinê de ragehand ku dibe Îran li pişt hewldanên kuştina wî de be.
Di hevpeyvîna li gel kanala NBC News de serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan bersiva pirsên vê derbarê de dan û got: Ew tişt ti demekî pêknehatiye û me ti demekî hewldaneke wisa nedaye û ti demekî jî em nakin.
Serokê nû hatî helbijartin ê Amerîkayê Donald Trump roja duşem a bê ango 20ê mehê destbikar dibe û di dema bangeşeya helbijartinan de ji du êrîşan rizgar bû. Li gor lêkolînên hatin kirin jî ti belgeyekî ku Îran li pişt wan êrîşan be nehate dîtin.
Basnews