• Thursday, 16 January 2025
logo

Rêveberiya Xweser: Divê rêveberiya Şamê helwesta xwe li hember êrîşên Tirkiyeyê nîşan bide

Gulan Media January 16, 2025 Nûçe
Rêveberiya Xweser: Divê rêveberiya Şamê helwesta xwe li hember êrîşên Tirkiyeyê nîşan bide

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bang li rêveberiya nû ya Sûriyeyê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê tevbigere û tekezî li ser nûneratiya hemû gelê Sûriyeyê kir.

Rêveberiya Xweser duh 15ê Çile di daxuyaniyekê ragihand, “Êrîşên Tirkiyeyê li ser Bendava Tişrîn û berdewamiya dagirkeriya Tirkiyeyê li ser herêmên Sûriyeyê, berûvajî yasayên navdewletî ye û êrîşeke eşkere li ser gelê Sûriyeyê ye.”

Herwiha got: “Divê hikûmeta Şamê berpirsyariyên xwe bigire ser milê xwe, dawî li dagirkeriyê bîne û helwesta xwe li hember êrîşên li ser axa Sûriyeyê diyar bike.”

Rêveberiya Xweser daxwaz kir jî, ti aliyek ji Kongreya Diyaloga Niştîmanî neyê dûrxistin ku biryar e di dema pêş de were lidarxistin. Got jî: “Pêwîst e kongre îradeya hemû Sûriyeyê nîşan bide û ti pêkhateyek neyê dûrxistin.”

Herwiha banga beşdariya dadmend ya jinan û pêwîstiya beşdarbûna tevgerên ciwanan û pêkanîna nûnertiya adil ji ciwanan kir, ji bo garantîkirina mafên ciwanan di Sûriyeya pêşerojê de.

Rêveberiya Xweser pêwîst dît ku komîteyek amedekar ji bo Kongreya Diyaloga Niştimanî bê avakirin, ji bo ku bi hevbeşî kar li ser amadekirina zemîna kongreyê û xêzkirina nexşerêyekê bikin.

 

Basnews

Top