Medyaya Îranê: Cemşîd Şermehd, hemwelatiyê Alman yê bi eslê xwe Îranî, berî ku were îdamkirin jiyana xwe ji dest da
Çapemeniyên Îranê ji saziya Fermî a Îranê veguhest ku Cemşîd Şermehd, welatiyê Alman yê bi eslê xwe Îranî ye, berî ku were îdamkirin jiyana xwe ji dest da.
Eve di demekî de ye roja duşema borî Çapemeniya fermî ya Îranê cîbicîkirina cezayê darvekirina Cemşîd Şarmehdî yê 69 salî belav kiriye, bêy ku amaje bi ti bûyereke mirina wî ya pêş darvekirinê bike.
Berdevkê Dezgeha Dadwerî Esxer Cîhangîr ragehand: “Cemşîd Şarmehd beriya ku bê darve kirin, miriye û bêy ku agahiyên zêdetir bide.
Cemşîd Şarmehd yê Îranî, ku hemwelatiyê Almanyayê ye, roja 2ê Tebaxa 2020ê li ser geşta xwe ya ji Almanya bo Hindistanê hatibû girtin û bi tawana beşdariya di teqîna mizgefta sala 2008an de li Şîrazê li başûrê Îranê ku 14 kes tê de hatibûn kuştin û 300 kesên din jî birîndar bibûn, bo Îranê hatibû veguhestin. , û ew bi îdamê hat mehkûm kirin.
Basnews