Mesrûr Barzanî pêşangeha navnetewî ya veberhênana emlakî li Hewlêrê vedike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Cotmehê Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberiyê li Hewlêrê vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana pêşangehê de, serdana hemû dezgehên pêşangehê kir û ji nêzîk ve bi veberhêner û xwediyên kompaniyan re li ser piroje û karên wan, dîzayn û nexşeyên projeyên wan guftûgo kir.
260 kompaniyên navxweyî û biyanî di pêşangehê de beşdar in û çalakiyên pêşangehê dê çar rojan berdewam bike.
Beşek ji kompaniyên biyanî ji 15 welatên cihê hatine, ta ku karînên xwe ên di zanista endezyariya mîmariyê de pêşkêş bikin.
5emîn Pêşangeha Navdewlet ya Xanûberiyê li Hewlêrê bi hevahengiya Desteya Veberhênanê tê lidarxistin û kompaniyên beşdar armanc dikin projeyên xwe yên veberhênanê û materyalên ku di çêkirin û pêxistina xanî û avahiyan de têne bikar anîn, nîşan bidin.
K24