Mesrûr Barzanî êrîşa terorîstî ya li Enqerê şermezar kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek di derbarê êrîşa çekdarî ya li Enqera Tirkiyê de ku li ser tora xwe ya civakî Xê belav kiriye û diyar kiriye ku ew êrîşa terorîstî ya li Enqerê şermezar dike û serxwaşî gehande wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan.
Herwaha dibêje, “Fikra min bi malbatên qurbaniyan re ye û ez hêviya zû başbûnê ji birîndaran re dixwazim."
Îro 23.010.2024, 2 kesên çekdar êrîşî Şîrketa Saziya Esmanî û Pîşesaziya Fezayê (TUSAS) li Enqerê kirin. Werzîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragehand: Di êrîşa terorîstî ya li Enqerê ku li ser şîrketa Saziya Esmanî û Pîşesaziya Fezayê de, 4 kes mirine û 14 kes jî birîndar bûne.