• Sunday, 27 October 2024
logo

Kurdistan û Siûdiye yadaştnameyeke hevfêmkirinê di warê tendirustiyê de îmza kir

Gulan Media October 24, 2024 Nûçe
Kurdistan û Siûdiye yadaştnameyeke hevfêmkirinê di warê tendirustiyê de îmza kir

Seroka Civata Bilind a Kurdistanê ya Şarezahiyên Pizişkî û Sikirtêrê Giştî yê Desteya Siûdiyeyê ya Şarezahiyên Tendirustî yadaştnameyeke hevfêmkirinê ji bo pêşxistina hevahengiyê û lihevguhertina ezmûnan di navbera her du civatan de îmza kir.
Seroka Civata Bilind a Kurdistanê ya Şarezahiyên Pizişkî Prosfesor Dr. Ariyana Xalis Cewad yadaştnameyeke hevfêmkirinê bi Sikirtêrê Giştî yê Desteya Siûdiyeyê ya Şarezahiyên Tendirustî Prosfesor Dr. Ews Şemsan ji bo pêşxistina hevahengiyê û lihevguhertina ezmûnan di navbera her du civatan de îmza kir.
Li dû ragehandina Civata Bilind a Kurdistanê ya Şarezahiyên Pizişkî, armanc ji îmzakirina wê yadaştnameyê piştevanîkirina xwandina pizişkî û rahênanên pîşeyî û peydakirina derfetên zêdetir e ji bo pêşxistina karmendên pizişkî û tendirustî yên her du aliyan.
Civata Bilind a Kurdistanê herwesa got, “Ev hevahengî di çaçoveya pabendbûna her du civatan de ye, ji bo baştirkirina kalitiya xizmetkariyên tendirustî bi rêya lihevguhertina zanyar û şarezayîyan û pêşxistina xwandina berdewam, ku ji bo pêşvebirina çavdêriya tendirustî li deverê alîkar e.”
Îmzakirina vê yadaştnameyê piştî wê yekê hat ku, Seroka Civata Bilind a Kurdistanê ya Şarezahiyên Pizişkî ji aliyê Desteya Siûdiyeyê ya Şarezahiyên Tendirustî ve ji bo pêşangeha tendirustî ya cîhanî hat vexwandin.

 

K24

Top