• Sunday, 27 October 2024
logo

Parlamentera berê: YNKê, bi hemû şiyana milîs û dadgeha federal û yasa jî xistin xizmeta xwe lê karî nîvê PDKê deng bîne

Gulan Media October 24, 2024 Nûçe
Parlamentera berê: YNKê, bi hemû şiyana milîs û dadgeha federal û yasa jî xistin xizmeta xwe lê karî nîvê PDKê deng bîne

Helbijartinên dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê bi dawî bûn, li gor encamên destpêkê ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê belav kiriye, PDKê 809.197 deng bidest anîn, YNKê jî karî nîvê dengên PDKê bidest bixe û bû xwediyê 408.141 dengan.

Vê derbarê de Parlamentera berê ya Iraqê ya ser bi fraksiyona PDKê Şirîn Ebdulrehman Dîno ji BasNewsê re ragehand: ‘’Herçend YNKê wisa nîşan dide ku dilê wê bi wan encaman xweşe û cureyek ji cureyan wek serkeftin pênase dike, lê rastiya wê tiştekî dine û YNK binketiyê yekem ê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.’’

Herwaha got: ‘’Hemû kesekî hişyar wê dizane ku bi mehan berî ku xelk biçin ser sandoqên dengdanê, ji aliê welatekî herêmê ve soz ji wan re hatibû dayîn ku 30 kursî bi sextekarî jî be dê ji wan re bê dabîn kirin, bi keyfxweşî PDKê ev yek aşkera kir û hemû hewlên xwe dan ku bi rêya sextekariyeke mezin ve bigehin encam. Dadgeha Federal a Iraqê û gelek şiyanên din ên milîsên Iraqê xistin xizmeta YNKê, tenê ji bo ku dengên YNKê zêde bikin. Dengdêrên wan partiyên ku li Eniya Terora Fikrî de û eniya neyarên Herêma Kurdistanê de ne, ji bo ku parlamentoya Kurdistan li gor wan û di berjewendiya wan de pêkhateya wê çêbe hewl dan, ku bi wê rêyê ve dixwazin Herêma Kurdistanê lewaz bikin an jî hilweşînin.’’

Şirîn Ebdulrehman Dîna got: ‘’Cîhê keyfxweşiyê ye ku di helbijartinan de xelkê Kurdistanê biryara rast da û neketin bin bandora planên wan aliyên ku dixwazin kirêgirtiyên xwe bikin piranî li Parlamentoya Kurdistan. Ji bo wê jî nêzîkî 809.197 dengdêrên Herêma Kurdistanê deng dan PDKê, lê YNKê tenê karî 408.141 deng bidest bixe û di encamê de PDK bû xwedî 39 kursî û YNKê tenê karî 23 kursiyan bidest bixe û vê derbarê de jî dîsa dîzayna welatan bi rêya Dadgeha Federal ve bi hewara YNKê geheşt, ji ber li gor yasaya helbijartinan a Parlamentoya Kurdistanê ba, pêwîst bûn helbijartin bi yek bazineyî bihata kirin, lê ewên ku dixwestin her çawa be YNKê serbixin, ew yasa binpê kirin û bi rêya Dadgeha Federal ve kirin 4 bazine. Eger na helbijrtinên Kurdistanê bi yek bazineyê pêkhatiban, naha PDKê dê 46 kursî bidest xistiban.’’

Parlamentera berê got: ‘’Binketiyê yekem di helbijartinê de YNK ye. Ji ber ên ku ewqas binpêkirin pêkanîn ku dîzaynek li gor qazancê YNKê be, li bendê bûn dengên YNK û çend partiyekî din ên dûvikê wan pir bê bilind kirin û ji bo PDKê ti kursiyan nehêlin. Lê waye em dibinin xelkê Kurdistanê şikest bi wê planê anî û YNK û milîs bêhêvî kirin.’’

 

Basnews

Top