• Sunday, 27 October 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa li Enqereyê: Şermezar dikim!

Gulan Media October 24, 2024 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa li Enqereyê: Şermezar dikim!

Serokê Herêma Kurdistanê êrişa çekdarî ya li Enqereyê şermezar kir.

Li navçeya Kahramankazanê ya parêzgeha Enqereyê li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) êrişeke çekdarî hat kirin û piştî wê dengê teqînan hat bihîstin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişa çekdarî de heta niha 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Alî Yerlîkaya her wiha da zanîn ku 2 êrişkar jî hatine kuştin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa çekdarî ya li Enqereyê daxuyaniyek da.

Nêçîrvan Barzanî ji malbatên kuştiyan re sersaxî xwest û ji birîndaran re daxwaza şîfayê kir û got:

“Ez êrişa terorî ya îro ya li Enqereyê şermezar dikim.

Duayên min ji malbatên qurbaniyan re ne û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim.

Em li dijî terorê bi gel û Hikûmeta Tirkiyeyê re di nava piştevaniyê de ne.”


Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li ser êrişa li Enqereyê daxuyaniyek da û diyar kir ku “êriş ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin”.

PKKyê heta niha li ser êrişê ti daxuyanî nedane.

 

 

Rudaw

Top