Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Ahengek ji bo qezabûna Behirkê hat kirin
Ahengeke berfireh a cemawerî ji bo qezabûna Behirkê bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Behirkê hat kirin. Parêzgerê Hewlêrê amaje da, “Ew biryar ji bo zêdetir xizmetkirina deverê û şêniyên wê giring e.”
Bi amadebûna Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Berpirsê Liqa 16ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Arî Nanekelî û hejmareke berpirsên hikûmetê û PDKê yên wê deverê, îro (Çarşem, 23.10.2024) ahengeke berfireh a cemawerî ji bo qezabûna Behirkê bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Behirkê hat kirin.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di nav wê ahengê de gotarek pêşkêş kir û tê de pîrozbahî li welatî û şêniyên Behirkê kir, herwesa tekez kir ku biryara qezabûna Behirkê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve biryareke giring e, ji bo zêdetir xizmetkirina wê deverê û şêniyên wê.
Umêd Xoşnaw amaje jî da, “Xelkê wê deverê Kurdperwer û şoreşgêr e û hejî her xizmetkirinekê ye.” Herwesa şêniyên wê deverê piştrast kirin ku gehandina piroseyên xizmetkarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî wekhev di navbera bajar û derveyê bajar de dê berdewam be, xasma wan cihên ku zêdetir pêdivîtî bi lênêrînê heye.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw herwesa di pareke din a gotinên xwe de serkeftina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê jî li hemî Kurdistaniyan pîroz kir.