• Sunday, 27 October 2024
logo

Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Almanyayê civiya

Gulan Media October 24, 2024 Nûçe
Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Almanyayê      civiya

Pîrozbayî li Serok Barzanî dike.

Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Albrecht von Wittke kir.

Di civînê de Konsulusê Almanyayê jiber serkeftî bûna hilbijartinê û herwiha serkeftina PDK pîrozbayî li Serok Barzanî kir û ev yek weke pêngaveke girîng ya herêma Kurdistanê bo qonaxeke nû ya jiyana siyasî bilêv kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewş û pêşhatên siyasî yên li Îraq û deverê û têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî hate kirin û nîqaş li ser pêngavên ava kirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê hate kirin.

Di dawiya civînê de Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê bo Konsulusê nû yê Almanyayê xwest û hêvî kir ku, têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Almanyayê bihêztir bibin.

 

 

Top