• Sunday, 27 October 2024
logo

Brîtanya: Bile bilez parlemen dest bi karên xwe bike

Gulan Media October 23, 2024 Nûçe
Brîtanya: Bile bilez parlemen dest bi karên xwe bike

Konsulusxaneya giştî ya Brîtanyayê peyamek belav kiriye.

Konsulusxaneya giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê derbarê hilbijartin û encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de daxuyaniyek belav kiriye û rixmî pîrozbayî kirin li gelê Kurdistanê û aliyên siyasî, hevdem daxwaz kiriye daku, hikûmet bilez were pêkanîn û parlementoya herêma Kurdistanê jî bilez dest bi kar û çalakiyên xwe yên zagonsaziyê bike.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, rêjeya bilind ya beşdarî kirina xelkê di hilbijartinê de nîşaneya hebûna piştîvaniyeke bihêze bo demokrasî û rewa bûna prosesa demokrasî û hikûmeta herêmê.

Di dawiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Brîtanya li bendêye ku, bilez hikûmet were pêkanîn û parlemento jî dest bi karên xwe bike.
 

Top