• Sunday, 27 October 2024
logo

Tirkiye tevahiya geştên xwe bo Îranê rawestand

Gulan Media October 23, 2024 Nûçe
Tirkiye tevahiya geştên xwe bo Îranê rawestand

Heta dawiya vê mehê ti firînek ji Tirkiyeyê bo Îranê û beruvajî nabe.

Li gor daxuyaniya kompaniya Turkish Airlens û kompaniya Pegasos ya Tirkî, jiber egera êrîşên Îsraîlê yên bo ser Îranê biryar dane ku, heta dawiya Cotmehê tevahiya geştên xwe bo Îranê rawestînin û ji Îranê jî ti geştek bo Tirkiyeyê neyê kirin.

Ev biryara han di demekê deye ku, çapemeniya fermî ya Îsraîlê jî vê yekê eşkere dike ku, hikûmet û artêşa vê welatî bo êrîş kirine ser Îranê amadekariyên pêwîst kirine.

 

Top