• Sunday, 27 October 2024
logo

Komkara Welatên Erebî pesna hilbijartinên Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media October 23, 2024 Nûçe
Komkara Welatên Erebî pesna hilbijartinên Herêma Kurdistanê dike

Nûnerê Komkara Welatên Erebî ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê pesna birêveçûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir, herwesa tekez kir ku piroseya hilbijartinan bi awayekî giştî birêkûpêk bû û keresteyên hilbijartinan li bingehên dengdanê hebûn.
Komkara Erebî di ragehandinekê de got, “Di çarçoveya dilgermiya Komkara Welatên Erebî de ji bo piştevanîkirina li piroseya demokrasî û mukomkirina desthilatdariya baş û bersiva vexwandina Sikirtêrê Giştî yê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Komara Îraqê Ehmed Ebulxeys de, Sikirtêrê Giştî lijneyeke şareza ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê ji bo sala 2024ê bi serokatiya Wezîrê Rêpêdayî Malik Mûsilî - Birêveberê Fermangeha Kendavê Erebî û Yemenê tevî komhejmareke şareza ji desteya sikirtariyeta giştî ya Komkara Erebî pêk anî.
Komkara Erebî herwesa dibêje, “Bi awayekî giştî rêkxistineke baş ji bo piroseya hilbijartinan hatibû kirin, ji ber ku rênimayên vekirina bingehên dengdanê bi duristî û di dema xwe da hatin bicihanîn û keresteyên hilbijartinan li bingehên dengdanê bedrest bûn.”
Amajeyê jî dide, “Amadebûna wekîlê kandîdan û çavdêrên navdewletî û navxweyî bi rêjeyeke bilind ji bo çavdêrîkirina piroseya dengdanê û hebûna hêzên ewlehiyê li derveyê cihê dengdanê faktereke erênî bû, ji bo birêveçûna piroseya hilbijartinan di rewşeke tena de, bê ku bandor li ser birêveçûna piroseya hilbijartinan hebe.”
Şandiye Komkara Welatên Erebî li dawiyê dilxweşiya xwe ji bo amadekarî û rêkxistina baş a wê piroseyê û wî keşûhewayê tena û birêkûpêk ê ku hilbijartin tê de bi rê ve çûn diyar kir.

 

K24

Top