• Sunday, 27 October 2024
logo

Rêveberekî Gorran: Tişta YNKê li ser kursiya kota ya Tirkmen û Xirîstiyanan kir bêşermî û dijatiya pêkhateyane

Gulan Media October 23, 2024 Nûçe
Rêveberekî Gorran: Tişta YNKê li ser kursiya kota ya Tirkmen û Xirîstiyanan kir bêşermî û dijatiya pêkhateyane

Endamekî Civata Giştî ya Tevgera Gorran ragehand, tişta ku YNKê ji bo kursiya kota ya Tirkmen û Xirîstiyanan li bazineya Silêmaniyê kir, bêşermî ye û dijî mafên pêkhateyane. Lê berê berovajî wê bangeşe ji bo kursiya pêkhateyan dikir.

Helbijartinên dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû û li devera Silêmaniyê berovajî wan dirûşmên ku YNKê di dema borî de bilind dikirin ku divê pêkhate nûnerên xwe bixwe helbijêrin û bişînin parlamentoyê, lê di vê helbijartinê de kesekî ser bi  milîsên Babilyon a Reyan Kildanî li ser kotaya Xirîstiyanan kirin parlamenter, herwaha kesekî Tirkmen jî her dîsa bi dengên YNKê bû parlamenterê ser bi kota ya Tirkmenan.

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Dilşad Reşîd Mela ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNKê şerê wê yekê dikir ku kotaya Tirkmen û Xirîstiyan nabe ji aliyê partiyekî mezin ve bê bikaranîn, lê wan bixwe xelkê musilmanên devera Silêmaniyê, bi taybet Şarbajêr naçar kirin ku deng bidin berbijêrê Xirîstiyan.’’

Herwaha got: ‘’YNKê bixwe baweriya wê bi Tirkmenan nebû û êrîş dikir ser Tirkmenan, lê naha hatiye bi rêya hêzên xwe yên leşkerî ve deng dide kotaya Tirkmen, bi rastî ev bêşermiye û ne ti tiştekî din e.’’

Dilşad Reşîd Mela dibêje: ‘’YNK çawa bersiva xelkê dê bide, ku bangeşe bo tiştekî dikir ku naha berovajiya wê dike. Partiyek çi dike bila bike nabe derewan li gel xelkê xwe bike.’’

 

Basnews

Top