• Sunday, 27 October 2024
logo

Elî Hisên: PDKê ji bo pêkanîna hikûmeta bê vîto li ser çi aliyekî nîne

Gulan Media October 23, 2024 Nûçe
Elî Hisên: PDKê ji bo pêkanîna hikûmeta bê vîto li ser çi aliyekî nîne

Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebceyê radigehîne, “Hilbijartinên vê carê yên Perlemana Kurdistanê bi awayekî demokratîk bi rê ve çûn û senga her aliyekî tê de diyar bû.” Herwesa dibêje, “PDKê ji bo pêkanîna hikûmeta bê vîto li ser çi aliyekî nîne”
Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebceyê Elî Hisên îro (Sêşem, 22.10.2024) di konferanseke rojnamevanî de got, “Vê carê jî PDKê karî dengên xwe di hilbijartinan de zêde bike û li Helebceyê jî kursiyek bi dest xist. Ev serkeftina PDKê serkeftina tevaya xelkê Kurdistanê ye.”
Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebceyê amaje jî da, “Hilbijartinên vê carê yên Perlemana Kurdistanê bi awayekî demokratîk bi rê ve çûn û senga her aliyekî tê de diyar bû.”
Elî Hisên herwesa got, “PDKê ji bo pêkanîna hikûmeta bê vîto li ser çi aliyekî nîne. Her qewareyeke siyasî ji bo bicihanîna karnameya hikûmeta bê amade be, PDK jî amade ye pê re biçe nav hikûmeta nû.”
Navbirî tekez jî kir, “Pêdivî ye hikûmeta bê hikûmeta xelkî be û êdî partiyên siyasî cihê hikûmetê di birêvebirina karûbarên welatî de negirin.”
Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê pêr (Yekşem, 20.10.2024) bi rê ve çû. Du milyon û 686 hezar û 578 dengderan mafê dengdanê hebû, lê li dû amarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, du milyon û 87 hezar û 972 kes tevlî wê piroseyê bûn û rêjeya tevlîbûnê 72% bû. Bilindtirîn rêjeya tevlîbûnê jî li bazineya Dihokê hat tomarkirin ku 78% bû, li Hewlêrê 74%, li Silêmaniyê 65% û li Helebceyê jî 69% bû

 

K24

Top