• Sunday, 27 October 2024
logo

Baxçelî û Erdogan daxwaza azad kirina Ocelan dikin

Gulan Media October 23, 2024 Nûçe
Baxçelî û Erdogan daxwaza azad kirina Ocelan dikin

Dibêjin bila were Parlementoyê û bêje min PKK hilweşandiye.

Duhê partiyên siyasî yên Tirkiyeyê yên di nava parlementoyê de civînên firaksiyonên xwe li darxistin.

Di civînan de Serokê MHP Dewlet Baxçelî û dema destpê kirina civînên parlementoyê de çûbû berdem firakisyona DEM partî û silav li wan kiribû, ragihand ku, bila Ocelan ji Îmraliyê derkeve were parlementoyê û bêje min PKK hilweşandiye.

Her çend piraniya aliyên opozîsyonê li Tirkiyeyê rexne li vê gotinan dikin lê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî piştîvaniya xwe bo gotinên Baxçelî diyar kir û ragihand ku, derdorê Tirkiyeyê agir lazime em eniya naxwe bihêztir bikin û ev pencereya ku, hatiye vekirin derfeteke gelek girînge û lazime ev derfetê nekin qurbaniya hirsên şexsî.

Top