• Sunday, 27 October 2024
logo

NY pîrozbayî li gelê Kurdistanê dike

Gulan Media October 23, 2024 Nûçe
NY pîrozbayî li gelê Kurdistanê dike

Dibêje hilbijartin serkeftî bûye.

Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî peyamek belav kiriye û di peyama han de jiber serkeftina prosesa hilbijartinê pîrozbayî li gelê Kurdistanê kiriye.

Di daxuyaniya Sekreterê NY de hatiye diyarkirin ku, hilbijartin di rewşeke aram û demokratîk de hatiye kirin û rêjeya beşdarî kirinê jî baş bûye.

Di beşeke din ya vê peyama han de daxwaz ji aliyên siyasî jî hatiye kirin daku, her cure nakokî anjî kêşeyek taybet bi hilbijartinê bi rêya dezgehên fermî ve were çareserkirin û bilez hikûmeta nû jî were avakirin.
 

Top