• Sunday, 27 October 2024
logo

City Bank: Onsa zêr dê bibe 3000 dolar

Gulan Media October 22, 2024 Nûçe
City Bank: Onsa zêr dê bibe 3000 dolar

 Li gorî pêşbîniyên City Bankê her onsa zêr dê heta 6-12 mehan bibe 3 hezar dolar.

Îro li bazarên cîhanî onseke zêr bi 2731 dolaran e lê li gorî pêşbîniyan dê bihatir jî bibe.

Doh onsa zêr heta bi 2740 dolarî jî çû û piştî nîvro dîsa heta bi 2720 dolarî daket.

Îro berê zêr dîsa li bihabûnê ye û bankên mezin ên Amerîkayê pêşbînî dikin ku zêr hîn jî biha bibe.

City Banka ku yek ji bankên mezin ên Amerîkayê ye pêşbînî dike ku heta 3 mehan her onsa zêr bigihe 2800 dolarî.

Li gorî pêşbîniyên City Bankê her onsa zêr dê heta 6-12 mehan jî bibe 3 hezar dolar.

City Bankê da zanîn ku eger Banka Navendî ya Amerîkayê kêmkirina faîzê bidomîne û rewşa bazarên Amerîkayê ber bi xerabbûnê ve biçe dê xwesteka welatên mezin bi taybetî jî ya Çînê ya ji bo kirîna zêr zêdetir bibe.

Li gorî nirxandina City Bankê şerê li Rojhilata Navîn jî foktoreke bihabûna zêr e.

 

Rudaw

Top