• Sunday, 27 October 2024
logo

Cumane Xelay: Welatiyên Herêma Kurdistanê giringiyê bi herêma xwe didin

Gulan Media October 22, 2024 Nûçe
Cumane Xelay: Welatiyên Herêma Kurdistanê giringiyê bi herêma xwe didin

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amajeyê dide, “Ji niha û pê de Komisyon hûrbîniyê li ser skalayên dengdanên taybet û giştî yên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dike.”
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay îro (Duşem, 21.10.2024) taybet ji K24ê re got, “Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bi serperiştiya Civata Komisyaran çend lijne ji bo hûrbînîkirina skalayan pêk anîne û ji niha û pê de li ser wan skalayan kar dike.”
Cumane Xelay amaje jî da, “Piştî temambûna skalayan û hûrbînîkirina wan û çend rêkarên din ên girêdayî dengan û parvekirina wan li ser kursiyan di her bazineyekî de, hingê Komisyon encamên dawiyê dipejirîne.”
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ron jî kir, “Di hilbijartinên taybet de 71 skala gehiştine me, lê heta niha skalayên dengdana giştî negehiştine me.”
Eşkere jî kir, “Rêjeya tevlîbûna welatiyan di piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de bilind e û gelek baş e. Manaya vê yekê jî ew e ku, xelkê Herêma Kurdistanê giringiyê bi herêma xwe û piroseya hilbijartinan û dengdanê dide.”
Tekez jî kir ku, Komisyonê ji bo wan hemî kesan ên ku şûntiliyên wan nayên xwendin bayometriyên nû vekirine, ji bo vê meremê jî çend caran bi rêya medyayan daxwaz kir ku serdana bingehên Komisyonê bikin, ji bo ku datayên xwe nû bikin.

 

K24

Top