• Sunday, 27 October 2024
logo

HESEKÊ - Li ser Çemê Xabûrê pirek tê çêkirin

Gulan Media October 22, 2024 Nûçe
HESEKÊ - Li ser Çemê Xabûrê pirek tê çêkirin

Desteya Şaredariyan a Rêveberiya Xweser, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li ser Çemê Xabûrê Pira Dûlab Uweysê çêdike.

Endazyarê projeya Pira Dûlab Uweysê Ehmed Ebdulrehîm ragihand ku ew proje dê di sê qonaxan da xelas bibe.

"Proje ji sê qonaxan pê tê"

Ehmed Ebdulrehîm derbarê projeyê wiha got:

"Ev proje ji sê qonaxan pêk tê, qonaxa yekem sazkirina bingeh û binê bingehê ye.

Me heta asta dîzaynkirî kolan kiriye, piştre me dest bi kar û barên danîna diwêr kir ku ji çemento û keviran pêk hatiye.

Hîmê pirê bi 50 santîmetre çemento û ji hesin tê çêkirin.

Em dê di qonaxa duyem de dest bi avakirina skeletê pirê bikin ku bi bilindahiya wê 15 metre ne.

Qonaxa sêyem jî qonaxa dawî ye, dê dest bi çêkirina banê pirê were kirin.”

 

Rudaw

Top