• Sunday, 27 October 2024
logo

PDKê dengên xwe bi awayekî berçav zêde kirin, lê çima kursiyên wê kêm bûn?

Gulan Media October 22, 2024 Nûçe
PDKê dengên xwe bi awayekî berçav zêde kirin, lê çima kursiyên wê kêm bûn?

Partiya Demokrat a Kurdistanê di helbijartinan de rêjeya dengên xwe bi awayekî berçav zêde kirin, lê şarazayên warê helbijartinan de dibêjin ji ber pir bazineyî û zêdebûna nirxê kursiyan li Hewlêr û Duhokê û çend sedemên din hejmara kursiyan kêm bûye.

PDKê di helbijartinên 20ê cotmeha 2024ê de zêdetir ji 809 hezar dengan bidest anî, ku li gor helbijartinên sala 2021ê zêdetirî 200 hezar dengan zêde kiriye û ev zêdebûneke berçave, lê kursiyên wê kêmbûne û ew jî ji ber çend sedemane.

Vê derbarê de şarazayekî warê helbijartinan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Yek ji sedemên herî giring ku bûye sedem kursiyên PDKê kêm bibin, ew bû ku kursiyên Parlamentoya Kurdistanê berê 111 kursî bûn û naha bûne 100 kursî, herwaha pir bazineyî ya dengdanê wisa kiriye ku hejmara kursiyên PDKê kêm bibin û di wî warî de eger helbijartin dîsa wek berê yek bazineyî ba, dê PDKê 46 kursî zêdetir bidest xistiban.

Heman çavkaniyê behs kir ku; Ji ber nirxê kursiyê li parêzgeha Hewlêr û Duhokê bilindtire li gor Silêmanî û Helebceyê, bi cureyekî YNKê bi 402 hezar dengan ve 23 kursî bidest xistine, PDKê du car qasê wê deng anîne û herî kêm pêwîst bû 46 kursiyan bibe, lê bi pir bazineyî dikare bê gotin ku PDKê jê ziyan dîtiye û zulm lê hatiye kirin.

Li gel wan sedeman, nêzîkî 100 hezar dengên PDKê ji ber nexwandina mohra tiliyê û xeletiyên teknîkî ji dest çûne.

Li gel wan jî PDKê zêdetir ji 401 hezar deng li rikberê xwe yê herî nêzîk ango ji YNKê zêdetir deng bidest xistin.

 

Basnews

Top