• Sunday, 27 October 2024
logo

Urdin bi boneya serkeftina hilbijartinê pîrozbahiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media October 22, 2024 Nûçe
Urdin bi boneya serkeftina hilbijartinê pîrozbahiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Konsulê Giştî yê Urdinê li Herêma Kurdistanê îro 21.010.2024, bi boneya serkeftina proseya hilbijartinên giştî li Herêma kurdistanê, pîrozbahiyek belav kir.

Konsulê giştî yê Ordinê li Herêma Kurdistanê Fuad El-Mecalî, li ser tora xwe ya civakî Xê belav kiriye: “Em pîrozbahiyê li Serokatî û xelkê Herêma Kurdistana hevalbenda xwe dikin, bo encamdana prosena hilbijartinê û hêvîdarin ku li Herêma Kurdistana hêja, seqamgêrî û pêşketin û berdewam be.”

Duh roja yêkşemê 20.010.2024, proseya dengdana giştî li Herêma Kurdistanê bi awayekî aştiyane û aram a bo gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû û îro 21ê Cotmehê2024, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê ragehand.

 

Basnews

Top