• Thursday, 02 January 2025
logo

Li Kerkûkê bingeheke dengdanê ji bo hêzên ewlehiyê hat vekirin

Gulan Media October 14, 2024 Nûçe
Li Kerkûkê bingeheke dengdanê ji bo hêzên ewlehiyê hat vekirin

Li roja 18ê vê mehê di hilbijartinên taybet de, hejmareke hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê tevlî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dibin û dengê xwe didin.

Berdevkê Nivîsîngeha Kerkûkê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Elî Ebas ji K24ê re ragehand, “Bingeheke dengdanê ji bo hêzên ewlehiyê yên girêdayî her du Wezareta Navxwe û Wezareta Bergiriyê yên Hikûmeta Federalî li Kerkûkê hat vekirin, ku du westgeh tê de hene û girêdayî wan endamên hêzên ewlehiyê ye yên ku malên wan li bajarên Herêma Kurdistanê ne û dewamên wan li Kerkûkê ne.”

Elî Ebas herwesa got, “Hejmara wan hêzên ewlehiyê 488 kes in û biryar e li roja 18ê vê mehê tevlî dengdana taybet bibin û dengê xwe bidin nûnerên xwe.” Amaje jî da, “Ew hilbijartin dê di rewşeke azad de bi rê ve biçe, bê çi givaştin. Tevaya amadekariyan jî ji bo wê meremê hatine temamkirin.”

Biryar e hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 20ê vê mehê bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bên kirin.

Li dû tomara bayometrî ya dengdanê, hejmara dengderên Herêma Kurdistanê ji bo van hilbijartinan du milyon û 899 hezar û 878 dengder e, ku du milyon û 683 hezar û 618 ji wan dengderên giştî ne û 215 hezar û 960 ji wan jî dengderên taybet in.

 

K24

Top