• Thursday, 02 January 2025
logo

Îsmaîl Qaanî li Lubnanê bêserûşûne û peywendî li gel nemaye

Gulan Media October 7, 2024 Nûçe
Îsmaîl Qaanî li Lubnanê bêserûşûne û peywendî li gel nemaye

 Du berpirsên payebilindên Îranê ji Ajansa Reutersê re ragehandin, di êrîşa heftiya borî ya Îsraîlê bo ser bajarê Beyrut a paytexta Lubnanê de, peywendiya li gel fermandarê Hêza Qudis a Sipaha Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî qutbûye û heta naha jî nayê zanîn ew berpirsê Îranê li kuderê ye û çarenivîsa wî nediyare.

Duh ajansa Reutersê di raportekî de ragehand, heftiya borî piştî kuştina serokê giştî yê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nesrula serdana Beyrutê kir û serdana berpirsên payebilind ên Hizbulahê yên li wî bajarî kiriye, lê piştre balefirên şer ên Îsraîlê ew navçeye bombebaran kirine.

Ajansa Reutersê bi zimanê du berpirsên payebilindên Îranê ragehand, did ema wê êrîşa Îsraîlê ya li ser cîhgirê Hesen Nesrula, Haşim Seyfedîn de peywendiya Tehranê li gel Qaanî qutbûye û heta naha jî nayê zanîn li kuderê ye.

Lê wan herdu berpirsên Îranê amaje bi wê yekê jî kirin ku di dema êrîş hatiye kirin de Qaanî di civîna li gel Seyfedîn de nebûye, li gel wê jî ew berpirsên Îranê dibêjin, ‘’Ji wê demê ve ne Îranî û ne jî berpirsên Hizbulahê peywendiya wan li gel Qaanî nemaye.’’

Fermandariya leşkerî ya Îsraîlê jî êrîş piştrast kiriye û ragehand: ‘’Armanca wan Seyfedîn bûye, lê heta naha diyar nîne armanc pêkhatiye yan na û lêkolînên li ser zanyariyên wê êrîşê hîn berdewam in.’’

Hizbulaha Lubnanê heta naha çarenivîsa Haşim Seyfedîn ranegehandiye û nayê zanîn di wê êrîşê de hatiye kuştin an na.

 

Basnews

Top