Nêçîrvan Barzanî: Roja PDKê herdem helatiye û dê herdem bihelê
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê di nav helmeta bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de li bajarê Hewlêrê dibêje, “Roja PDKê herdem helatiye û dê herdem bihelê.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 06.10.2024) di nav helmeta bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de li bajarê Hewlêrê got, “Di vê kombûnê de, di çavên we serkeftina PDKê misoger e. Em îro li vê derê civiyane ji bo ku li ber ronahiya xetîra 78 saliya Partiya Demokrat a Kurdistanê bangeşeya hilbijartinan bikin. Çîroka gelê Kurdistanê û P Partiya Demokrat a Kurdistanê ji hev nayên cudakirin. PDK di tarîtirîn dîroka me ya siyasî de li dijî stem û binemriyê ji bo azadî û demokratî û dadperweriyê çirayekî ron û hêzeke pûlayî bûye. Di dema borî de rêya me hêsan nebû, niha jî em bê arêşe nînin û em li paşerojê jî bê arêşe nabin. PDKê bi serbilindî xetîra me ya geş bilind ragirtiye û soz daye li ser wê rêyê berdewam be.”
Nêçîrvan Barzanî herwesa ragehand, “Ez piştrast im bi hîmeta gelê Kurdistanê xewna me ya dêrîn bi cih tê. PDKê xetîra geş a xebat û qurbanîdanê ji nifşên berî xwe bi emanet wergiritye, divê nifşê niha yê partiya me wê xetîrê hilbigirin û ber bi pêş ve bibin. Peyama me ji bo gelê Kurdistanê ev e; divê em herdem geş bibin, hêz û hêviyên xwe nû bikin. Em ji bîr nekin, roja PDKê herdem helatiye û dê herdem ji bo xizmeta gel û niştîmanê me bihelê.”
Herwesa got, “Gelê me bi zorî ji qonaxa tarî û nexweşî û şkestinê derbaz bûye, lê çi carekê ne şkestin pênaseya PDKê bûye ne jî bêhêvîtî pênaseya PDKê bûye. Pênaseya me wekî gel, wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê roj û tîşk û şewq û ronahî û geşbûna jiyanê ye, PDK wesa bûye, wesa berdewam bûye û her bi wê tevgerê jî dê berdewam be.”
Amaje jî da, “Partiya me ji partiyeke siyasî mezintir bû. Em bizavek in, em bûne çirayê ronahiya gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve. Me berê tarîtî verevand, niha em pêşeng û gerentî û avedanî û seqamgirî û ewlehiya Kurdistanê û pêşkeftina Kurdistanê ne. Dema ku Barzaniyê Nemir li sala 1946ê Partiya Demokrat a Kurdistanê damezrand, tenê rêkxistinek nebû. PDK ji bo gelê Kurdanê bû stêreke nû ya jiyanê, ku ji mêj ve bû ji maf û deng û nasnameya xwe bêpar bûbû. Em rêvingên Partiya Demokrat a Kurdistanê û rêbaza Barzanî ya pîroz pabendî wê rêbazê ne ji ber ku rêbaza Kurdîniyê û xweragiriyê û xebata gelekî blindest peyda kir.”
Tekez jî kir, “Ji bo wê rêbazê, ji bo Kurdistaneke pirî azadî, herêmekê ku li ser bingeha demokrasiyê bi rê ve biçe, dîroka me ya dûr û ya nêzîk tekoşaneke berdewam hebûye, li vê Kurdistana me kêm malbat hene ku qurbanî nedabin. Em spasdarên jin û mêrên vî gelî ne ku canê xwe pêxemetî azadiya vî miletî pêşkêş kir.”
Ron jî kir, “Qurbanîdana gelê Kurdistanê libîranîn e ku azadî wekî cejnanî nayê pêşkêşkirin, belkî bi xebat û qurbanîdanê tê bidestxistin. Qurbanîdana me belaş neçûye û naçe, hemî qurbaniyên me em nêzî armanca Kurdistaneke demokrat û azad kirine. Ez dixwazim li vê derê spasiya xweragiriya gelê Kurdistanê bikim ji ber ku tevî rûbirûbûna dijwar her ji birîna mûçeyî, gefên DAIŞê ji bo nehêlana şûnwarên jiyanê li Herêma Kurdistanê û deverên veqetiyayî, tevî dorpêça serbazî, daxistina asman û sinorê Kurdistanê, gelê Kurdistanê her piştevanên perleman û hikûmt û Serokatiya Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge û Asayîşa Kurdistanê bûn. Bi pêşkeftina me re, divê ev pirinsîp di naveroka hemî karên me de armancên me bin, avakirina civakekê ku hemî kitekes tê de bikarin dadperwer û serbilind bin.”
Tekez jî kir, “Divê wekî xetîra Newrozê, Kurdistan roj bi roj li ser pêşkeftinê berdewam be, li ser nûkirina hêviyan ji bo gelê Kurdistanê, ji bo wan hemî kesên ku bawerî bi azadî û dadperwerî û şkomendiya Kurdistanê hebû. Tenê dengê we û gelê me yê azad û wêrekane ji bo berdewambûna pêşkeftina siyasî û civakî û çandî ya welatê me bi rêberiya Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê gerentî ye.”
K24