• Friday, 03 January 2025
logo

Serokkomarê Îranê serdana xwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê bidawî anî

Gulan Media September 13, 2024 Nûçe
Serokkomarê Îranê serdana xwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê bidawî anî

 Serokkomarê Îranê piştî ku serdana parêzgeha Besreyê kir, di wê derê re vegeriya Tehranê û serdana xwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê bidawî anî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (În, 13.09.2024ê) wekî dawî westgeha serdana xwe ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê serdana parêzgeha Besreyê kir, paşî serdana xwe bidawî anî û vegeriya Tehranê. Navbirî ji bo dema sê rojan li Îraq û Herêma Kurdistanê bû.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan li roja Çarşemê, 11.09.2024ê, bi serdaneke fermî gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

Di civîna navbera Sûdanî û Pizîşkiyan de, wekî ku di ragehandineke Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê de amaje pê hatibû dan, “danûstandin li ser hejmareke mijarên giring û hevpar bi merema pêşxistina alîkarî û hevpariya navbera her du welatan hatin kirin”.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan li roja Çarşemê, 12.09.2024, gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat pêşwazîkirin.

Paşî Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke berpirsên Herêma Kurdistanê re civiya. Paştir jî bi awayekî cuda bi Serok Barzanî re jî civiya.

 

K24

Top