• Friday, 27 September 2024
logo

Peyamnêra kanaleke YNKê ji ber beşdarî festîvala şanoyê li Kerkûkê bû, ji kar hat dûrxistin

Gulan Media September 11, 2024 Hunerî
Peyamnêra kanaleke YNKê ji ber beşdarî festîvala şanoyê li Kerkûkê bû, ji kar hat dûrxistin

 Peyamnêra kanala esmanî ya Kerkûkê ku ser bi YNKê ye, ji ber beşdarî li festîvala şanoya Kerkûkê kir, ji kar hat dûrxistin.

Vê derbarê de peyamnêra kanala esmanî ya Kerkûkê Hewar Faris di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsek belav kir û got: ‘’Her festîvalek an jî karekî hunerî li Kerkûkê bê kirin, ez wê ji aliyê hunerî ve wek çalakiya xwe dizanim.’’

Herwaha got: ‘’Mijara partîcîtiyê mirov bide aliyekî, ez ji aliyê îdeolojî û alîgiriyê ve YNKyiyekî 24 eyar kêmtir nînim, ji bo wê kes bila nan û pîwazê bi vê mijarê ve nexwa.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Belê ez dizanim ji bo festîvala şanoya Kerkûkê PDKê pare ji bo wê veqetandiye, çi peywendiya wê bi min ve tine, yê ku min binase baş dizane ku armanc û peyama min ji bo her karekî hunerî çiye.’’

Roja 04.09.2024ê çaremîn festîvala şano ya Kerkûkê bi dirûşmê ‘’Hêz, Nasîn û Berxwedanî’’ û bi navê dema ‘’Felakedîn Kakeyî’’ destpê kir û pênc rojan jî berdewam kir, ku ji her çar parçeyên Kurdistanê jî şanoger beşdarî festîvalê bûn.

 

Basnews

Top