• Sunday, 25 August 2024
logo

Peyama Serokê herêmê bo bîranîna enfala Badînanê

Gulan Media August 25, 2024 Nûçe
Peyama Serokê herêmê bo bîranîna enfala Badînanê

Beriya 36 salan ev dever bi destê rejîma Besê hatiye enfalkirin.

Di 36mîn salvegera enfala Badînan de Serokê herêma Kurdistanê peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Em îro 36emîn salvegera xemgîn a Enfala Behdînan bi bîr tînin ku, ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988ê di qonaxa dawî ya Enfalê da pêk hat û bandorê li xelkê sivîl, av, hewa, ax û xwezaya navçeyê kir. Silav li giyanê pakê 182 hezar qurbaniyên Enfalê ku ji Germiyanê heta gundê dawî yê Behdînanê bûne qurbaniyên tawanên rejîma hîngê ya Iraqê.

Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê Enfalê weke genocide, tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê naskiriye, Lewma em bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku di hemû waran de qerebûkirina malbatên mexdûrên Enfalê bike. Li Herêma Kurdistanê jî divê em baştir xizmeta malbatên wan bikin û li ser asta navdewletî hewlên xwe ji bo naskirina Enfalê wek jenosîd berdewam bikin.

Herêma Kurdistanê û mafên wê yên destûrî berhema rihê pak, xwîna bi hezaran şehîdan, rondikên bi hezaran dayîkên cegerşewitî, Enfal, kîmyabaran, têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye, ji ber hindê erkê me hemûyane ku em wan destkeftiyan biparêzin. Tevî hemû pirsgirêk û nakokiyan jî divê welat bibe armanca me û me hemûyan li hev bicivîne.

Bi vê minasebetê em dûpat dikin ku divê li Iraqê ders ji rabirdu bê wergirtin û mafên hemû pêkhateyan bê parastin da ku em hemû bi hev ra kar bikin ji bo misogerkirina paşerojeke baştir ji bo nifşên me yên niha û paşerojê.

Silav li giyanê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê be. Spas ji bo xelkê qehreman yê Hewlêr û derdora wê ku di rojên dijwar da li Cêjnîkan hatin alîkariya mexdûrên Behdînan. Mîhrebanî û helwesta wan a welatparêziyê tu carî nayê jibîrkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

25.08.2024

Top