• Sunday, 25 August 2024
logo

Ayad Elawî: Sererastkirina yasaya kesayetî li Iraqê nayê pejirandin û civakê parçe dike

Gulan Media August 25, 2024 Nûçe
Ayad Elawî: Sererastkirina yasaya kesayetî li Iraqê nayê pejirandin û civakê parçe dike

Eyad Elawî helwesta xwe a di derbarê sererastkirina yasaya barê kesî li Iraqê ragehand û got, “Ew sererastkirina nayê pejirandin û dibe sedema dabeşkirina civak û ez red dikin.”

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Elawî îro 24.08.2024, helwesta xwe ya derbarê guhertin-sererastkirina yasaya barê kesî li Iraqê de ragehand û amaje bi wê da ye ku wê guhertinê red dike û bi ti awayekî napejirîne.

Herwaha aşkere kir ku yasa yan jî serrastkirinên din ku ji bo welat pêwîst in, di nav de jî çareserkirina pirsgirêkên takekesî yên wek hejarî û bêkarî, ne guhertina yasaya rewşa kesane ya Iraqê.

Herwaha bal kişand ser wê yekê ku ev pirsgirêk niha dê civakê parçe bike û bi kêrî civakê nayê.

Parlamentoya Iraqê bi rêya çend parlamenterekî Şîe dixwaze, yasaya barê ango rewşa takekesî li Iraqê sererast bike, di wê sererastkirinê de hatiye ku di dema hevjînî kirinê de divê mezhebên Sune û Şîe bê diyar kirin, herwaha di dema pirsgirêka di navbera jin û mêr de, mezhebê zilam li ser wê jinê tê sepandin, di hemandemê de di wê sererastkirinê de, rê li zewaca keçan a di temenên 9 saliyê de tê dayîn ango zaroka keç di 9 saliyê de tê zewicandin, li gel wê jî, di dema cudabûnê de, zarok di temenê 2 saliyê de ji dayîkê tê wergirtin û ji bo zilam ango bav tê dayîn.

 

 

Basnews

Top