• Sunday, 27 October 2024
logo

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê pîrozbahiya Arîn Barzanî dike

Gulan Media August 12, 2024 Nûçe
Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê pîrozbahiya Arîn Barzanî dike

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê pîrozbahiya derçûyên gera 233ê ya Akademiya Sandhêrstê ya Leşkerî ya Qraliyetê dike, herwaha amajeyê dide Arîn Mesrûr Barzanî ku yek ji wan efseran e yên ku ev ger bi awayekî serkeftî temam kiriye.

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê îro 11.08.2024 li ser tora civakî ya Facebookê parve kiriye, “Em pîrozbahiya efserên gera 233ê ya Akademiya Sandhêrstê ya Leşkerî ya Qraliyetê dikin, ku li roja 09ê Tebaxê derçûn. Yek ji wan efserên nû raspartî Arîn Barzanî ye, ku bi wergirtiyên din re salek ji mijarên serkirdetî û meşqên leşkerî û akademî û taktîkî temam kiribû.”

Derçûyên gera 233ê ya Akademiya Sandhêrstê ya Leşkerî ya Qraliyetê li roja 09.08.2024ê medalyaya temamkirina meşq û rahênanan wergirt, ku yek ji derçûyên wê akademiyê jî Arîn Barzanî bû, ku di nav 290 kesan de medalya pêşkêşî wî hat kirin, ku hêmayê Şahê Brîtanyayê li ser e.

Akademiya Sandhêrstê ya Leşkerî ya Qraliyetê kolejeke leşkerî ya kevn a Brîtanyayê ye, ku li sala 1802ê hatiye damezrandin, herwaha yek ji akademiyên leşkerî yên navdar ên Brîtanyayêv ye û wekî navendeke destpêkî ya meşq û rahênanên efserên artêşa Qraliyetê ya Brîtanyayê tê hesibandin.

Ew kolej dikeve bajarkê Sandhêrstê, Bêrkşayer, lê deriyê wê yê serekî dikeve bajarkê Kamberliyê, li başûrê rojavayê Londonê.

 

Basnews

Top