• Friday, 26 July 2024
logo

Kesekî hevjîn, xezûr û xesûya xwe kuştin

Kesekî hevjîn, xezûr û xesûya xwe kuştin

Li navçeya Toroslarê ya parêzgeha Mêrsînê kesekî bi navê Musa Ozel bi çekê hevjîna xwe ya ku di qonaxa berdanê de û xezûr û xesûya xwe kuştin.

Li gundê Darieskiyê yê navçeya Toroslarê îro di navbera Musa Ozel û hevjîna wî ya ku berdana xwe dixwest pev çûn çêbû.

Musa Ozel bi çekê gule berda hevjîna xwe Fatma Ozelê ya 21 salî û xezûr û xesûya xwe.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme çûn cihê bûyerê.

Fatma Ozel û bavê wê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da lê dayik Elif Avci bi dijawrî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Elif Avci veguhast nexweşxaneyê lê li gel hemû midexaleyan jî canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê Musa Ozel li cihê bûyerê hate desteserkirin.

 

Rudaw

Top