• Friday, 26 July 2024
logo

Li Dîlokê pevçûna bi çekan: Kuştiyek û birîndarek

Li Dîlokê pevçûna bi çekan: Kuştiyek û birîndarek

Li navçeya Alêbanê parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çekan de kesekî hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan, doh li navçeya Alêbanê du grûpên ku berê dijminatiya wan hebûye pev çûn.

Di pevçûnê de kesekî bi çekê gule berdaye Suleyman H. û Îlhan H. û ew birîndar kirine.

Li ser agahdarkirinê tîmên polîs û tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê Alêbanê.

Lê ligel hemû midexaleya bijîşkî kesê bi navê Suleyman H. canê xwe ji dest daye.

Hatiye ragihandin kesê êriş kiriye reviyaye û nehatiye desteserkirin.

Polîs ji bo desteserkirina gumanbar xebat daye destpêkirin.

 

Rudaw

Top