• Sunday, 06 October 2024
logo

Li Necefê xwepîşandanên mezin hene

Li Necefê xwepîşandanên mezin hene

Jiber nebûna elektirîkê xelk daketiye qadan.

Îro li bajarê Necefê yaku, yek ji bajarên pîroz ya şîeyane, xelk li dijî hikûmetê daket qadan.

Li gel bilind bûna pileyên germiyê li başûr û naverasta Îraqê şênî rastî kêşeyên xizmetgozarî weke nebûna avê û elektirîkê hatiye lewre xelk dest bi xwepîşandanan kiriye.

Îro jî bi heman awayî li bajarê Necefê xelkeke gelek zêde daket qadan û dijî hikûmet û rayedaran dest bi xwepîşandanan kir.

Şêniyên Necefê gef li rayedarên Îraq û Necefê dikin û dibêjin ku, eger kêşeyên heyî neyên çareserkirin vê xwepîşandan bikevin qonaxeke din.

Top