• Monday, 06 May 2024
logo

Li Kurdistanê 320 nêremûk hene

Li Kurdistanê 320 nêremûk hene
Mafperwerek li ser rewşa nêremûkên (Nêr û mê) Kurdistanê lêkolînekê dike û piştre lêkolîna xwe dide Parlementoya Kurdistanê. Ew mafperwer dibêje: “Zilmeke zêde li nêremûkan tê kirin, ligel ku ne bi destê kesî ye, nêr be yan jî mê.”

Ji kesên ne nêr û ne mê re nêremûk yan jî regeza (cins) sêyem tê gotin. Ji derveyî mirovan di nava giya, ajal û zîndeweran de jî nêremûk hene. Di nav mirovan de 12 corê nêremûkan heye. Ji wan jî çareseriya 8’an heye û bi emeliyatê dikare bikin ew regeza ku nêzik in.

Mafperwerek ji wan re daxwaza yasayekê dike

Tevî ku li ti welatan îstatîstîkek wird li ser nêremûkan nîne, lê li gor îstatîstîkek a Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, li cîhanê ji her 25 hezar kesan, 2 kes nêremûk in. Bi wê yeka ku hêjmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê nêzî 4 milyon kesane, tê texmîn kirin ku li Kurdistanê 320 nêremûk hebin.

Sekreterê Emîndarê Rêxistina Lihewarçûna Millî û Lêkolînvanê Dadî yê Serokatiya Dozgerê Giştî li Hewlêrê, mafperwer Şiwan Sabîr Mistefa, bal kişand ser wê yekê ku bi peyman lêkolîn li ser nêremûkan kiriye û got: “Min lipeyçûn li ser rewşa girtiyan dikir, ez li ser parvekirina regez mijûl bûm. Tiştek wisan ji min re hat, eger jin ban di nava jinan de û eger mêr ban di nava mêran de; başe eger nêremûk bû wê di nava kîjan alî de bê danîn? Di dema tawan de gelek caran regez tawan yekalî dike, çawan mamele li gel vê yekê tê kirin? Erê li parlementoyê bi çi tê hesab kirin, wek nimûne li Kurdistanê rêjeya kota heye.”

Van pirsane wisan kir ku Şiwan dest bi lêkolînekê bike. Dû salan li ser vê yekê xebat kir, heya rewşa nêremûkan di rûyê bijîjkî, yasayî, şerîetî, derûnî û civakî de bizane. Şivan wiha got: “Di aliyê yasayî de zilm li nêremûkan tê kirin. Di rûyê şerîetê de ya heyî, tenê nêrîna zanayên oliye û nabe mirov pişta xwe pê girê bide. Di rûyê civakî de xelk şerm dikin ku bêjin, min zorokek nêremûk heye. Di rûyê derûnî de, hinek kesên ku min li gel wan axaftî, dibêjin; em di rewşek pir xirab de jiyan dikin. Em nikarin ragihênin ku em nêremûkin. Em li gel kûr û keçan jî bi hişyarî nikarîn tevger bikin, ji ber ku em ne yek ji wan in.”

Şiwan ew zanyarî hemû kom kirine. Berî 8 mehan, di 5 rûpelan de lêkolîna xwe daye Komîteya Mafê Mirov a Parlementoya Kurdistanê. Şiwan dibêje: “Tawanê kesekê çiye ku bi nêremûk dirûst bûye. Kes bi jîrîtiya xwe nebûye kûr û keç. Çima di civakê de wekî şermezariyekê bê temaşekirin? Divê evane tevlî civakê bên kirin û ew ne tawanbar in.”

Berdevkê Civata Dadwer Hakim Ebdûlbasit Ferhadî ji Rûdawê re diyar kir ku, li Kurdistan û İraqê ti yasayek taybet ji bo nêremûkan nîne; “Ji bo nêremûkan derxistina yasayekê başe û mafê wan e ku yasayek taybet ji bo wan hebe. Eger li parlementoyê jî di rûyê yasayî de pêwîstiya wan bi çi hebe, emê li Civata Dadwerî arîkariya wan bikin.”

Tawanên ku têkilî bi sekse ve heyîn, di hikûmdayînê de regezê dewrek bilind heye. Hakim Ebdûlbasit bilêv dike ku, eger pirsgirêka seksê hat dadgehê; gûnehbar rewaneyî komîteya bijîjkî dikin; “Di rapora bijîjkî de tê nivîsandin ku karîna wî kesî ya seksî heye yan na. Eger nêremûyek temam be û derbikeve holê ku karîna seksî nîne, eger tometbar be wê demê tometa wî li ser diçe. Lê heya niha min nezaniye ku pirsgirêkek hatibe pêş û têkilî bi nêremûk ve hebe. Li dadgehê jî eger rewş nebe, hevwelatî çareseriyê bo danin.”

Ew kesên ku nêremûkin, ji ber dîtinên civakê nikarin nêremûkiya xwe eşkere bikin. Bi awayekê hinek diçin nava pêvajoya hevsergeriyê jî, lê di paşerojê de problem ji wan re dirûst dibin.

Semîr Elî (45) behsa kûr xalek ê xwe dike ku, keçek nêremûk anîbû û bêyî ku berê zanîbe neremûke. Semîr got: “Berî çend salan, kûr xalê min peygûherkanê (jin be jin) kir, şeva zavatiyê dît ku singê jina wî wekî yê mêrane û nêremûke. Em gelek aciz bûn, dayika wê keçikê dizanî ku keça wê wisane. Birayê nêremûyê got, hun çi bixwazin ez amademe, bi xûdê min nedizanî. Tenê jina min bi min nedin telaqdan, wê şerma min biçe. Lê em razî nebûn, ji ber ku fêl li me kirin û di nava dû rojan de me telaq bi telaq kir.”

Di yasaya barê kesî û yasayên din de ti amajeyek bi nêremûk nehatiye kirin, lê şerîeta Îslamê behsa nêremûkê kiriye.

Prof. Dr. Mistefa Zelmî diktoraya feqetiyê heye û dibêje: “Di rûyê şerîeta Îslamê de rê hatiye dayîn ku nêremûk bê emeliyatkirin û regeza wî bê yekalî kirin. Di hemû pirtûkên feqetiyê yên Îslamê de behsa nêremûk hatiye kirin, bi taybet jî di mijara mîrat de.”

Endamê Komîteya Fetwaya Bilind a Kurdistanê Mele Elî Xetê ji Rûdawê re bilêv kir ku di rûyê mîrat de, beşa nêremûk bi dû şêwazane; “Eger li regezekê nêzîktir bû, wê demê hikmê wê/wî wekî wê regezê ye. Lê hinek hene ku ne nêzî ti ji wanin û nêremûkek temamin, despêkê ew wekî kûrekê mîrat ji wan re tê danîn. Lê nîv tê dayîna wî û ji bo nîva din jî, pêwîste xêzana wî razî bibe ku werbigire.”

Şiwan di dawiya lêkolîna xwe de, wêneyek jê daye parlementoya Kurdistanê. Herwiha daxwazê ji parlementoyê dike ku ji bo nêremûkan yasayekê derbêxe û hikûmet bi çareserkirina kesên ku çareseriya wan heyîn, bê pabend kirin.

Nêremûkek çûye parlementoyê

Endama Komîteya Mafê Mirovan a Parlementoya Kurdistane Haje Sileman, ew lêkolîn xwendiye û diyar kir ku ew lêkolîn daye parlementoyê; “Lê ev mijar hinekê girane û dibe ku civak bi hêsanî ne pejirêne ku yasayek jêre derbikeve. Bi baweriya piraniya endamên parlementoyê jî, hêjmara van kesane pir kême û pêwîst nake ku yasayek ji wan re bê derxistin.”

Haje parlementera Partiya Şûiyane û eşkere kir ku berî 10 mehan nêremûyekê serdana parlementoyê kir û mezûnê beşa İnglîzî ya/yê zanîngeha Selahedîn bû. Heya niha wekî keç mamele li gel hatiye kirin û li yurta keçan bû; “Niha rapora bijîjkî daxwaza wê yekê dike ku neştergeriyek jêre bê kirin û regeza wî bikin nêr. Ji ber ku nêzîktirî nêrîne ye. Neşteriya wî jî girane û pêwîste biçe derveyî welat. Lê ew mirov rastî rewşek derûnî ya xirab bûye, ji ber ku kes û karên wî napejirênin û dibêjin; tû heya niha wekî keç hatî naskirin, nabe tû regeza xwe bigûherînî. Herwiha gef lê hatiye xwarin. Di demek ku eger ew neştergerî jêre neyê kirin, wê rewşa wî ya tendirûstiyê ber bi xirabiyê ve biçe. Ji parlementoyê rewaneyî Wezareta Tendirûstiyê hat kirin û heya rêkin derve.”

Dixwazin rêxistinekê damezirênin

Şiwan berê di ragihandinê behsa projeyekê kiriye û hêjmara telefona xwe belav kiriye. Li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê çend nêremûyan peywendî li gel danîne; “Behsa bextreşiya xwe dikirin û digotin, heya niha me xwe eşkere nekiriye. Lê gotin, em di nava xwe de guftûgoya wê yekê dikin ku çawan rêxistinekê ava bikin.” Şiwan wiha pêdeçû: “Em ji bo dirûstkirina wê rêxistinê amadene û bi wan jî gelek baş bû, lê di nava xwe de guftûgoyan dikin.”

Karwan Teha di warê şerîeta Îslamê de şarezaye û bal kişand ser wê yekê ku, ji bo meseleya tevgerkirina li gel wan, pêwîste reçawî wê yekê bê kirin ku ew kes bi çi hatiye naskirin; “Eger bi kûr hatibe naskirin, hemû mafên kûrane heye. Eger bi keç jî hatibe naskirin, hemû mafên keçaniyê heye. Wekî nimêjkirin û geştkirinê, nabe nêremûk ji civakê bên birîn.”

Şiwan Sabîr Mistefa diyar kir ku hevalek ê wî hebû û wan ne dizanî nêremûke, di dema leşkeriyê de eşkere bû; “Di civaka me de rûyê wî/wê bi kîjan regezî biçe, bi wê dinivîsin. Di dema xwe de 3 hevalên min li leşkeriyê eşkere bûn û nêremûkin. Ez bi dehan kesan nas dikim ku nêremûkin, lê ew mijar pir hestyare û mirov nikare li gel wan baxêve. Niha hêjmara telefona 8 nêremûyan li gel min heye.” Rojnama Rûdaw
Top