• Wednesday, 17 July 2024
logo

Biro: Hilbijartinên Sûriyeyê li dijî biryara navdewletî 2254 in

Biro: Hilbijartinên Sûriyeyê li dijî biryara navdewletî 2254 in

Endamê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyeyê Îbrahîm Biro ragihand, “Di dema desthilatdariya Hafiz Esed û kurê wî Beşar de jî, hilbijartinan ti guhertin li Sûriyeyê nekiriye û ti partiyeke opozîsyonê jî nikariye tevlî hilbijartinan bibin.”

Îbrahîm li ser hilbijartinên parlametoya Sûriyeyê ku duhî hatibû kirin ji K24ê re got: “Ji sala 2015an ve biryara navdewletî (2254) heye ku dibêje, dibê hilbijatin li Sûriyeyê di rewşeke aram de, bi beşdariya hemû Sûriyan li hundir û derve û di bin çavdêriya navdewletî bê kirin. Ji 2015an ve 6 caran hilbijartin li Sûriyeyê çêbûne, ev hemû jî ne li gorî wê biryarê ne, loma ne rewa ne.”

Diyar kir jî: “Desteya Danûstandinan a ku di bin çavdêriya navdewletî de çêbûye û ew rêjîmê ve danûstandinê dikin, ev hilbijartin baykot kir û gelek çalakî jî li hember van hilbijartinan kirin, ku ev hilbijartin rewatiyê nastîne, eger ne di çarçoveya çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de û di bin çavdêriya navdewletî de be.”

Li ser çareseriya siyasî ya Sûriyeyê û cibicîkirina biryara navdewletî (2254), Biro: “Îro Sûriye dabeşkirî ye. Çar hêzên navdewletî û herêmî û milîsên gelek dewletan li ser xaka Sûriyeyê ne. Ev biyar ji Sûriyan mezintir e û Sûrî nikarin bi tena xwe wê cibicî bikin, eger ne di bin çavdêriya navdewletî de be. Hilbijartin li çi deverê (deverên rêjîmê, yan opozîsyona çekdar, yan Rêveveriya Xweser) jî çêbibin, hêza ku li wir desthilat e, dê sedî ji sedî bîne, ji ber ku ne aramî heye û ne opozîsyon heye.”

Amaje bi wê jî kir: “Ji 54 salan ve ji dema desthilatdariya Hafiz Esed û kurê wî Beşar ve, hilbijartinan ti guhertin li Sûriyeyê nekiriye û ti partiyeke opozîsyonê jî nekariye tevlî hilbijartinên perlemantoyê yan hilbijartinên xwecihî li wî welatî bibin.”

Derbarê danîna sindoqên hilbijartinê li navçeyên Rêveberiya Xweser de, Biro got: “Rêveberiya Xweser û MSD ev helbijartina baykot kirine û li dijî van hilbijartinan e, lê di heman demê de sindoqên hilbijartinan li Qamişlo û Hesekê hatin danîn û ji aliyê çekdarên rêveberiyê ve hatin parastin. Ev yek jî wê yekê tekez dike ku rêjîmê ev dever wek emanet radestî PYDê kiriye û hemû saziyên rêjîmê karên xwe yên asayî birêve dibin.”

Li ser daxuyaniya Beşar Esed yên li ser asayîkirina pêwendiyên bi Tirkiyeyê re, Biro got: “Berjewendiyên her du dewletan ji ber pirsên aborî û wek ku ew dibêjin pirsênewlehiyê jî, bi asayîkirina pêwendiyan heye. Tirkiye serê PKKê dixwaze, Esed jî serê opozîsyonê dixwaze, ev her du dewletî jî nikarin bi belaş van daxwazan cibicî bikin. Amerîka niha li deverên Kurdî ne, Beşar Esed nikare vê kartê bide Tirkiyeyê. Tirkiye jî karta opozîsyonê bi belaş nade Esed.”

Derbarê pirsa, ma gelê dê bandora nêzîkbûna Tirkî – Sûrî li ser opozîsyonê çi be? Biro got: “Bandor dê li ser çekdaran be û dê bazar bi wan were kirin, lê ti bandoreke mezin li ser opozîsyona siyasî çênabe, ji ber ku ew di bin çavdêriya navdewletî de ye û ti çareserî ji Sûriyeyê re nayê dîtin ku her du alî rêjîm û opozîsyona Sûriyeyê ku Kurd jî beşeke wê ye li hev du nekin.”

 

 

Top