• Monday, 06 May 2024
logo

Êlihê: Bavê 8 zarokan xwe kuşt

Êlihê: Bavê 8 zarokan xwe kuşt
Li xwekuştinên li Êlihê ku di van salên dawî de kêm bibûn, yek din zêde bû. Xwekuştinên li Êlihê di destpêka salên 2000’ê de dest pê kiribûn. Her dawî bavê 8 zarokan Adem Y. ku debara malbata xwe bi firotina tizbiyan dikir, xwe kuşt û xwekuştinên li Êlihê careke din anî rojevê.

Hat diyarkirin ku kesê bi navê Adem Y. piştî ligel zarokên xwe taştê xwar, çû hudir û bi demanceyê li serê xwe xist, dawî li jîna xwe anî. Hat diyarkirin ku Adem Y. ji ber qeyrana ku ketibûyê xwe kuştiye.

Xizmên Adem Y. ewî bi hesirên çavan bin ax kirin, lêpirsîna polîsan dayî destpêkirin didome. Polîsan dan diyarkirin ku wana heta niha sedemê xwekuştinê nezaniye.
ANF
Top